Li Almanya…5 kes mirin, 14 jî bi giranî birîndar bûn

Li Almanyayê, erebeyek kete nav rêya peyade û li şêniyan qelibî.. 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 14 jî bi giranî birîndar bûn.

Polîsên bajarê Trier ê Almayayê ragihand ku ajokarê serxweş ku bi erebeya xwe li şêniyan xistiye, hat girtin.

Berpirsê bajêr da zanîn ku vê bûyerê dawî li jiyana 5 kesan anî û 14 kes jî aniha bi giranî birîndar in.

Almanya sedema vê bûyerê nespart ti armanceke terorîst, siyasî yan olî.

Back to top button