Çeteyan li Efrînê malbatek ji 8 ferdan revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ferdên malbateke efrînî ya ji gundê Hêkêçe yê Şiyê revandin.

Çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ li Efrîna dagirkirî malbateke ji 8 ferdan di nav de 3 zarok û 2 jin hene revandin.

Ew malbat ji gundê Hêkêçê yê navçeya Cindirêsê ye.

Ew malbat li têketina bajarê Efrînê hate revandin.

Girêdayî mijarê çeteyan welatiyek ji gundê Coqê yê gundewarê Efrîna dagirkirî piştî revandibû serbest berda.

Lê piştî 800 dolar dan dadgeha Efrînê ya çeteyan û 2 hezar dolar jî weke bertîl dan hate berdan.

Back to top button