Li Stenbolê dibistana Muzîkê ya Egîdê cimo hate vekirin

Pîrozbahiya ji bo merasîma vekirina Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo rastî eleqeyeke mezin hat.

Çalakiya pîrozbahiyê ya merasîma vekirina Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo, li Navenda Çandê ya Kozyatagiyê ya li Kadikoy a Stenbolê hat lidarxistin.

Rayedarên HDP, HEDP û DBP’ê jî di nav de gelek kes tevli merasîma vekirina Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo bûn.

Çîrokbêj Ayhan Erkmen axivî.

Erkmen gava behsa jiyana Egîdê Cimo kir, şagirtê Egîdê Cimo Miroyê Qanat jî li neyê xist. Di çalakiyê de sînezvîyonek jî hat nîşandan. Çalakî bi konsera JINma’yê bi dawî bû.

Back to top button