Rayedarên Ukranyayê eşkere kirin ku di encama êrişa Rûsyayê ya li bakur û başûrê Ukraynayê de 4 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.
Waliyê herêma Dnipropetrovsk a Ukranyayê diyar kir ku li bajarokê Nikopol ê başûrê Ukraynayê avahiyeke 5 qat ji aliyê Rûsyayê ve hat topbarankirin.
Di encama topbaranê de kesek hat kuştin û 2 jin jî birîndar bûn.
Her wiha, desthilata Ukraynayê destnîşan kir ku di encama êrişa Rûsyayê ya li dijî herêma Sumy ya bakurê Ukraynayê yê li ser sînorê Rûsyayê de, 3 kes hatin kuştin û 3 din birîndar bûn.
Ukrraynayê ragihand ku Rûsya êrişên xwe li dijî bajarokê Avdiivka yê rojhilatê welat zêde kiriye da ku li tevahî eniyan pêşde biçe.