Çeteyan ji gundê Salo yê Efrînê welatiya bi navê Ferîda Cemîl revandin

Li Efrîna dagirkirî revandina welatiyan, birîna daran û Desteserkirina malan û firotina wan ji aliyê çeteyan ve didome.
Çeteyan vê carê jî Efrîniyê bi navê Ferîda Cemîl revandin û 70 darên Zeytûnan ên din hatine birîn.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên El-Emşat welatiya bi navê Ferîda Cemîl ji gundê Salo ê navçeya Mabatayê ya Efrîna dagirkirî revandin.

Çeteyan di berdêla berdana wê de, 300 dolar ji malbatê dixwazin.

Çeteyan li Efrîna dagirkirî 70 darên zeytûnan birîn

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku çeteyên Feyliq El-Şam 70 darên Zeytûnan li nêzî gundê Xizwayê ya navçeya Şêrewa li Efrîna dagirkirî birîn.

Çeteyên dewlata Tirk li Efrînê xaniyên ku desteser kiribûn difroşin hevdû

Her wiha çeteyên Ehrar El-Şerqiye jî xaniyê Efrîniyekî ji gundê Xilnîra ku desteser kiribûn, bi hezar û 500 dolarî firotine.

Li Eşrefiya Efrînê mayînek teqiya-zarokek birîndar bû

Li aliyê di, Tora çalakvanan da zanîn ku li taxa Eşrefiyê ya li Helebê jî mayînek teqiya û di encamê de zarokek birîndar bû.

Back to top button