Kamuran Berwarî: Armanc dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye

Mamostayê zanîngehê Kamuran Berwarî li dijî êrişan bertek nîşan da û diyar kir ku Armanc dagirkirina Başûrê Kurdistanê.Siyasetmedar û Parlamenterên Parlementoya Başûrê Kurdistanê tekez kir ku Tirkiye li pey xeyalên Împaratoriya Osmaniya ne.Sekreterê Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan Xidir Rusî jî bang kir ku ev êriş rawestin.

Bertekên tund li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê tên nîşandan.

Mamostayê zanîngehê Dr. Kamuran Berwarî wiha armanca êrişên dewleta Tirk nirxand:

“Armanc dagirkirina Başûrê Kurdistanê, taybet jî Herêma Behdînan e.

Ger alîkarî ji herêmê neyê dayîn, Tirkiye nikare santîmekê jî bikeve xaka Başûrê Kurdistanê.”

Kamuran Berwarî li dijî van êrişan tekez kir divê hemû pêkhate li dijî êrişan helwestê nîşan bidin.

Şeyda Meeruf: Em bi giştî piştgirita gerîla dikin

Endama Meclisa Giştî ya Hizba Zehmetkêşana Kurdistan Şeyda Meeruf jî piştgrî da berxwedana gerîlayan taybet ên jin ku li hember dewleta Tirk destanên lehengiyê dinivîsin.

Heme Reza: PDK dixwaze xencereke bi jehr li gerîla bide

Siyasetmedar Heme Reza Hewramî jî dibêje:

“PDK eşkere hevkariya dagirkeran dike û hemu jî dixwazin xencereke bi jehr li gerîla bidin.”

Xidir Rusî: Tirkiye li pey xeyalên Osmaniyan e

Sekreterê Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan Xidir Rusî jî anî ziman armanca dewleta Tirk dagirkirina Kurdistanê ye û ji bo pêkanîna xeyala Imparatoriya Osmaniyan e.”

Back to top button