Beşar El Esed bi El Sefedî re civiya

Beşar El Esed bi wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Safedî re li Şamê civiya.
Aliyan dosyeya vegera penaberên Sûriyê û pêwendiyên dualî yên Urdin û Sûriyê gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefadî serdana Şamê kir.

Di serdanê de bi Serokê Sûriyê Beşar Esed û Wezîrê Derve Feysel Mîqdad re civiya.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê derbarê civînê de ev agahî da:

Aliyan behsa dosya koçberên Sûriyê yên li Urdinê gotûbêj kirin.

Her wiha behsa pêwendiya di navbera her du welatan hat kirin.

El-Sefadî hewlên Urdinê yên derbarê vegerandina penaberên Sûriyê pêşkêşî Esed kir.

Serokê Sûriyê jî tekezî li ser vê yekê kir,

Ji bo wan girînge ku xelkê Sûriyê vegerine cihê xwe.

Li aliyê El-Sefadî bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re jî civiya.

Di civîna navbera herdu wezîran de behsa destpêxeriya Urdinê hate kirin.

Wezreta derve ya Urdinê li ser vê destpêşxeriyê dibêje:

“Ev pilaneke hevbeş a welatên Erebî ye.

Ji bo dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re.”

Back to top button