Rojnamevan Sînan Aygul bal kişand ser zor û zehmetiyên rojnamegeriya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û wiha got:”Mixabin ev welat ji bo rojnamevanan bûye mîna dojehê.”
Herdu êrîşkar ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya ‘Bi çekê bi zanebûn mirov birîndar kirin’ hatin girtin.
Rojnamevan Sînan Aygul diyar kir ku ewê li heber diziyê bêdeng nemîne.
Aygul ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê karê rojnamevaniyê gelekî metirsîdar e û got,
“Di dîroka me ya çapemeniyê de bi dehan hevalên me şehîd bûn. Bi sedan hevalên me li naverastê tundî li wan hate kirin.
Bi sedan hevalên me hîn jî girtî ne.
Nepêkane ku mirov li vê derê qala azadiya çapemeniyê bikin. Ev welat mixabin li rojnamevanan bûye mîna dojehê.”