Şanaz Îbrahîm: Li hember dagirkeriya Kurdistanê werin em eniyek nîştîmanî û netewî ava bikin

‘Yan em baregehên xwe bigrin û biçin malên xwe, yan jî kerem bikin em bi hevre , ji bo siberoja xwe eniyek nîştimanî û netewî ava bikin.’

Endama Desteya Rêveber ya Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm bi van gotinan helwesta partiyên kurd yên başûrê kurdistanê li hember êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.

Endama Desteya Rêveber ya Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê de peyamek belavkir.

Şanaz Îbrahîm di peyama xwe de wiha got;

“Eger em nikaribin asîman, xak, sînor û erdnîgariya xwe bi parêzîn, eger em nikaribin li ser jiyana şivanek û gulberojekê dengê xwe derxîn, eger em nekaribîn parastina biryar û bernameyên xwe bikin û weke pezê mirî serê xwe bi tewînîn, ya baş ewe ku em baregehên xwe bigrin û herin malên xwe.Ev pêşniyara min ne tenê ji bo YNK’ê ye. Ji bo hemû hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye.
Yan em baregehên xwe bigrin û biçin malên xwe, yan jî kerem bikin em bi hevre, sibê eniyek nîştimanî û netewî ava bikin.
Werin em êdî rê nedin şikandina rûmet û derbaskirina sînorên xwe. Bila em xwe nekin şermezarê dîrok û nifşên nû yê vî welatî.”

Back to top button