Rêxistinên mafê mirovan yên Amedê xwestin ev pêkanînên dijhiqûqî bi dawî bikin.
Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, Odeya Tabîban ya Amedê (DTO)
û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) a Amedê, li dijî binçavkirina siyasetmedaran û mohrkirina avahiya KCD’ê daxuyaniyek hevpar weşandin.
Rêxistinan xwestin dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn.
Rêxistinan anîn ziman ku di nava kesên hatin binçavkirin de Dayika Aştiyê ya 70 salî û nexweş Makbule Ozbek, siyasetmedarên Kurd, parêzer û endamên meclîsa şaredariyan jî hene.
Rêxistinan diyar kirin ku ew wekî parazvanên mafên mirovan vê yekê qebûl nakin û ev bang kir:
Em bang li rayedaran dikin ku dawî li van pêkanînên dijhiqûqî bînin.
Di serî de Dayika Aştiyê Makbule Ozbek û hemû kesên hatine binçavkirin serbest berdin.”