Dagirkeran êrişî navçeya Zirgan û gundên wê kirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê bê navber dewam dikin.
 Dagirkeran îro êrişî gundên navçeya Zirganê kirin û ev êriş hê jî dewam dikin. Li gundê Til Fîda yê bi ser navçeya Til Temirê, mayînek bi erebeyeke sivîl de teqiya, di encamê de jinek birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe ji danê piştî nîvro heta niha êrişî navçeya Zirgan û gundewarên wê dikinû bi dijwarî bombebaran dikin.

Dagirker ji bargeha xwe li ya li gundê Bab El- Xêr yê dagirkirî gundên Mehrmele, Til Emîr, Mezre û Til El Werd bombebaran kirin.

Hat diyar kirin dibistanek jî buye hedefa êrişan.

Di encama teqîna mayînekê bi erebeyeke sivîl de jinek birîndar bû

Li aliyekî din, li nêzî gundê Til Fîda yê başûrê navçeya Til Temirê, mayînek bi erebeyeke sivîl de teqiya.

Di encamê de jina bi navê Necwa Abdulhemîd El Nasir birîndar bû.

Jina birndarbûyî ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê.

Back to top button