Dadgeh bi fermana deshilatê hewldide Doza Kobanê bi lez bi dawî bike

Rûniştina 8. a doza Kobanê ya ku li dijî sîyasetmedarên Kurd di roja duyemîn de dewam kir û doz ji bo 23’ê Kanûnê hat taloqkirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî beşdarî dozê bû. Demîrtaş da zanîn ku deshilata AKP-MHP’ê ji bo ku doz di bin fermana wan de were meşandin, dozgerekî nêzî xwe erkdarkirine.

Rûniştina 8. a Doza bi navê Kobanê ku li dijî sîyasetmedarên Kurd weke komployeke ji alîyê deshilatdarîyê ve hatîye ristin, di roja duyemîn de dewam kir.

Dadgeha ku ti belge û ispartek nîne ku sîyasetmedaran darizîne, bi fermana deshilatdarîyê hewildidin bi lez dozê bi dawî bikin.

Hevserokê Giştî yê berê ê HDP’ê yê girtî Selahedîn Demîrtaş jî bi rêya sîstema deng û dîmen “SEGBÎS”‘ê beşdarî rûniştinê bû.

Demîrtaş da zanîn ku dozgerê bi Dewlet Bahçelî re fotograf girtîye, ji alîyê deshilatdarîya AKP-MHP’ê ve li vir hatîye erkdarkirin û got:

Selahedîn Demîrtaş: Dozgerê ku bi Bahçelî re wêne girtîye ji bo rêvebirina dozê hatîye erkdarkirin

”Em dizanin ku ferman ji wan re hatîye ku dozê lez bi dawî bikin. Yek kes jî dernakeve nabêje mudaxaleyê dadgehê nekin.

Û ji me re dibêjin bi lez parastina xwe bikin. Em ê li ser çi û di van şertan de parastina çi bikin. ?”

Selahedîn Demîrtaş dîyar kir ku bi zanebûn dixwazin wan jî tevlî vê liyîstokê bikin û wiha domand;

”Ji derve de gelek mudaxale ji bo dozê hene û dixwazin bi lez û bez vê dozê bi dawî bikin. Em jî insanin û pirsgirêkên me yên tenduristîyê çêdibin.

Di van şert û mercan de bi ti awayî nikarin parastina xwe bikin. Moralê me di cî de ye û em xwedî hêz in. Lê Em di qesran de najîn, di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.”

Selahedîn Demîrtaş: Mirinên li girtîgehan sûceke mirovahîyê ye

Di dawî de têkildarî qetilkirina girtîyên sîyasî ên di girtîgehên Tirkîye de Demîstaş wiha got:

”Neçar hiştina hevalên me xwe kuştinê re, bûyerên wek cînayetan û girtîyên nexweş ji mirinê re terkkirin sûceke mirovahîyê ye. Em ê bi hevre li hember van hemû neheqîya bisekinin û hesabê jiwan bixwazin.”

Bulent Parmaksiz: Dê bi bilindbûna tekoşînê re ev deshilatdarî têk biçê

Endamê Rêveberîya Navendî ya HDP’ê Bulent Parmaksiz jî beşdarî dozê bû û dîyar kir ku bi bilinbûna tekoşînê re dê ev deshilatdarî têk biçe.

Parmaksiz da zanîn ku ev dozeke sîyasî ye û got:

”Tevî ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) yê heye jî hûn me bernadin. Lê hûn neçarin ku me berdin.”

Doz ji alîyê dadgerîyê ve ji bo 23’ê Kanûnê hat taloqkirin.

Back to top button