Mistefa Karasû: Tecrîd aliyekî girîng yê şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû derbarê tecrîda li ser Rêber Apo a ku her diçe giran dibe diyar kir tecrîd aliyekî girîng yê şerê qirêj e. Karasû got, “Naxwazin ku Rêber Apo rastiyên siyasî û civakî deyne holê û rûyê wan ê qirêj eşkere bibe.”

Dewleta Tirk a faşîst tecrîda li Îmraliyê her roj girantir dike û destûr nayê dayîn ku malbat û parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji ANF’ê re axivî.

Karasû diyar kir tecrîd tê wateya nêzikbûna li Kurdan û doza Kurdan û wiha got,

“Tecrîd aliyekî girîng ê şerê qirêj e. Plana Çokdanînê berê li Îmraliyê hatiye pêkanîn. Rêber Apo vê rastiya dewleta Tirk baş nas dike û 50 sal in li hember wê şer dike. Nêzikbûna dewletê di helwesta li dijî vê têkoşînê xwe eşkere dike. Niha jî li Îmraliyê bandora xwe nîşan dide.”

Karasû destnîşan kir, ku hemû hêzên dijminên gelê Kurd û demokrasiyê ne, naxwazin ku Rêber Apo rastiyên siyasî û civakî deyne holê û rûyê wan ê qirêj derkeve holê û wiha dewam kir,

“Bi tecrîda 5’ê Nîsana 2015’an de dîsa dest bi polîtîkayên şerê qirêj hate kirin. Bi têkoşîna ku bê kirin wê tecrîd ji holê bê rakirin. Şikandina tecrîdê ji bo şikandina pergala gladyo, mafya û çeteyan jî gaveke girîng e. Di vî warî de wê encamên siyasî û dîrokî yên tecrîdê hebe.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû da zanîn dijminên gelê Kurd û demokrasiyê di xeta îdeolojîk û polîtîk a Rêber Apo de dawiya xwe dibînin û diyar kir wê fikra Rêber Apo, bi têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyê, demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurdan jî pêk bîne.

Back to top button