Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê êrişên desthilata faşîta AKP-MHP’ê ya li dijî rojnamevanan didome.
Şaredarê navçeya Tatwanê yê AKP’ê Emîn Geylanî bi navê parêzvan hin çete rêxistin kirine. Ev çete êrişî rojnamevan Sînan Aygul kirin.
Dagirkeriya tirkiyê li Bakurê Kurdistanê bi rêka qeyûman û çeteyan şaredariyên gel rêve dibin.
Emîn Geylanî û rêveberên AKP’yî, malên şaredariyê yên mayinde firotin alîgirên xwe.
Ji ber ku rojnamevan Sînan Aygul ku nelirêtiya wî eşkere kir, rastî êrişa çeteyên Emîn Geylanî hat.
Di encama êrişî de rojnamevan Aygul kirin û gefa kuştinê lê xwarin û di encama êrişa çeteyan de Aygu bi giranî birîndar bû û wî rakirin nexweşxaneyê.
Ji ber nelirêtiya Emîn Geylanî encûmenên şaredariyê yên ji partiya wî jî neçar man îstifa bikin.
Tevî ku Serokê AKP’ê yê Baskê Ciwanan ê Tetwanê Mûrat Eren li şaredariyê naxebite jî lê her meh fonê wî tê dayîn.
Yek ji karên nelirê yê Geylanî ew e ku alîgirên xwe li şaredariyê dixebitîne.
Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin


