Parêzer Demîr: Rewabûna CPT’yê hatiye asta lêpirsînê

Parêzer Demîr tecrîd û îzolasyonê ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û got:
“Sedem pir eşkere ye; ji fikrên birêz Ocalan, nêrîna wî ya ji bo meseleya kurd û Rojhilata Navîn, ji helwesta wî ya çareseriyê û aştiyane ditirsin.”

wêne û vîdyoyê parêzer Cemal Demîr: ji bo montaj

Zêdetirî du sal in tu xeber ji Rêber Apo ku li Îmraliyê tê ragirtin nayê girtin.

Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî tim 3-6 mehan bi hinceta “cezayên disiplînê” tên redkirin.

Têkildarî mijarê Parêzer Cemîl Demîr ku ji bakurê Kurdistanê ye nirxandin kir.

Cemîl Demîr balkişand li ser cezayê disiplênê ku dagirkeriya Tirkiyê herî dawî li ser Rêber APO birî û wiha got:

“Cezayên disiplînê yên di demên dawî de ji aliyê hikûmetê ve li birêz Ocalan tên birîn, nayên qebûlkirin.

Hevdîtinên parêzeran jixwe ji sala 2011’an ve hatine qedexekirin. Hevdîtinên malbatê jî piştî wextekê hatin betalkirin.

Cemal Demîr: Raya giştî ji bo birêz Ocalan pir bi fikar e

Raya giştî ji bo birêz Ocalan pir bifikar e. Her kes bi hesasiyeta raya giştî ya kurdan a ji bo birêz Ocalan dizane.

Lê hikûmet tim dixwaze vê fikarê zêde bike. Ev nayê qebûlkirin.”

Demîr: Divê rewşa birêz ocalan ji aliyê çavdêrên bêalî bê kontrolkirin

Demîr destnîşan kir ku CPT heya niha ji bo Rêber Apo berpirsyariya xwe bi cih neaniye û ev yek got:

“Em dizanin ku CPT’yê têkildarî bangawaziyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyeke ti daxuyanî nedaye.

CPT bi vî awayî ketiye rewşeke li dijî sedema hebûna xwe. Veguheriye saziyeke siyasî.

Ev yek kiriye ku rewabûna wê têkeve ber lêpirsînê.

Li gel vê mekanîzma û saziyên navneteweyî jî peywira xwe bi cih neanîne.

Divê rewşa birêz Ocalan ji aliyê çavdêrên bêalî bê kontrolkirin.”

Parêzer Demîr: Ji fikir û nêrînên Rêber Ocalan ditirsin

Parêzer Demîr derbarê sedema tecrîd û îzolasyonê ya li dijî Rêber Apo wiha nirxand:

“Sedem pir eşkere ye; ji fikrên birêz Ocalan, nêrîna wî ya ji bo meseleya kurd û Rojhilata Navîn, ji helwesta wî ya çareseriyê û aştiyane ditirsin.”

Kurdistaniyên li Swîsreyê bi meşekî tecrîd şermezar kirin

Back to top button