“Eger dijmin û dostên Kurdan ji hev neyên derxistin, helwesta Kurdî nabe yek”

Ehmed Şêxo ku Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê ye tekez dike “Divê aliyên Kurdî ji qeydên ku dijminên gelê Kurd li dora wan çêkirine, rizgar bibin” û dibêje “Eger dijmin û dostên Kurdan ji hev neyên derxistin, helwesta Kurdî nabe yek.”

Ehmed Şêxo bi bîr xist “Pîvanên navneteweyî hene û divê erêkirin li ser wan were kirin da bibe zemîna lihevkirinê ku yekîtiya neteweyî pêk were.”

Şêxo destnîşan kir “Dema dost û dijminên gelê Kurd neyên naskirin, wê demê nêrîn û helwesta kurdî jî nabe yek.”

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ehmed Şêxo tekez kir “Divê hemû aliyên Kurdî li doza xwe vegerin û tişta ku xizmeta wan dike.

Back to top button