Dagirkeriya Tirk 16’ê Hezîranê nexweşxaneya Til Rifatê kir armanc.
Di encama êrişê de yek jî xebatkarê nexweşxaneyê 4 welatî birîndar bûn.
Ji bo vê îro desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê daxwiyaniyek da.
Desteyê di daxwiyaniyê êriş bi tundê şermezar kir.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku dewleta Tirk rojan e êrişî herêmê dike.
Sivîlên vê herêmê dikin hedef a êrişan.
Herî dawî jî di 16’ê mehê de nexweşxaneya Til Rifet kir armanc.
Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê êriş şermezar kir
Di enacam a êrişê de 4 welatî birîndar bû yek ji wan xebatkarê nexweşxaneyê bû.
Cîhan teva van sûc û kirina dibîne.
Lê heya niha dengê xwe nekiriye.
Tu helwest ji aliyê wan dernakeve.
Lazime hemû saziyê mafê mirovan ji bêdengiya xwe derkevin û bi erka xwe rabin.