RJAK’ê êrişa dewleta Tirk şermezar kir

Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker li ser rêya serekî ya navçeya Pênciwênê yê Silemaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir.
Di êrişê de 3 welatî şehîd bûn.
Têkîldarî êrişê RJAK’ê daxuyaniyek da û êriş bi tundî şermezar kir.

Rêkxistina Azadiya Jinên Kurdistan (RJAK), têkildarî êrişên dewleta Tirk ya dagirker daxuyaniyek weşand.

RJAK’ê êrişa bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got:

“Gelê Kurd felsefeya Apoyî vexwariye, ew bi girtin, revandin, kuştin û tirsandinê qet çok danayne.

Berevajiyê wê hîn zêdetir xort dibin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê bihêztir dike.”

RJAK: Divê herkes li dijî van êrişan bibin xwedî helwest

RJAK’ê bang li hikûmeta Iraqê, hêz û rêxistinên demokratîxwaz kir ku li beramberî van êrişan bibin xwedî helwest.

Her wiha bang li tevahî gelê niştîmanperwer yê Başûrê Kurdistanê hat kirin ku bi yek dengî li dijî van êrîşan bibin xwedî helwest.

Back to top button