Lihevkirina Îmarat û Israîlê 15’ê mehê li Amerîkayê tê îmzekirin

Berpirsin Amerîkî ji ajansa AFP’ê re ragihand ku, biryar e 15’ê Êlonê li Koşka Spî, Îmarat û Israîl, peymana ku meha borî li ser li hev kiribûn, îmze bikin.

Berpirsan da zanîn ku, şandeya Israîlê wê bi serokatiya serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu be û ya Îmaratê jî wê bi serokatiya wezîrê derve Ebdella Bin Zayid Al Niheyan be.

Netanyahu jî li ser hesabê xwe yê twîtterê eşkere kir ku, ji bo îmzekirina peymana bi Îmaratê re, ew ê hefteya bê biçe Amerîkayê û diyar kir ku îmzekirin wê li Koşka Spî be.

Destpêka vê mehê, şandeyeke Israîl-Amerîka gihaşt paytexta Îmaratê Abu Dabi, piştre her du aliyan bi daxuyaniyekî ragihand ku, lihevkirina aştiyê ya di navbera wan de, gaveke wêrek bû.

13’ê Tebaxê, Îmarat û Israîlê li ser peymanekê lihev kir, li gorî wê, Israîl wê tevlêkirina erdên Diffa El-Xerbiye rawestîne û li beramber wê, têkiliyên yekser di navbera Israîl û Îmaratê de destpêbikin.

Back to top button