KCK: Em ê bi pêkanîna yekîtiyê ve xeyalên şehîdên xwe pêk bînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê bi boneya salvegera yekemîn ya şehadeta Diyar Xerîb (Helmet) û komkujiya Sêwasê ya li dijî civaka elewî du daxuyaniyên cûda da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de Diyar Xerîb bi bîranî û diyar kir ku ewê xeta îxanetkar, xwefiroş têk bibin û Kurdistaneke azad û herêmeke demokratîk a ku xeyalên şehîdan e, pêk bînin.

Her wiha KCK’ê şehîdên komkujiya Sêwasê bibîranî û diyar kir ku li dijî hişmendiya qirker tekane çareserî beşdariya nava têkoşîna azadiyê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê bi daxuyaniyekê endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet), ku 5’ê Tîrmeha 2019’an di encama êrişeke hewayî de şehîd bû bibîr anî.

KCK’ê dazanîn ku Helmet milîtanekî fedayî, kadroyekî pêşeng, bi ezmûn, rêveberekî zane, dilsoz û nimûneya Kurdayetiya azad bû û hêvî, evîn û vîna azadiyê her tim dijiya û dida jiyîn.

KCK’ê got:
“Heval Helmet ji bo parastina nirxên neteweyî yên gelê Kurd, têkoşînek mezin li dijî feraseta teslîmkarî û xwefiroş kir. Bi ruhê berpirsyartiya mezin fikir, dil û mêjiyê xwe ji bo yekîtiya gelê kurd, avabûna neteweya demokratîk û avakirina Kurdistanek azad yek kiribû.”

KCK’ê di şexsê Diyar Xerîb de dilsoziya xwe ya bi xeta azadiyê re careke din dubare kir û got:

“Dem dema yekitiya gelê Kurd e, dem dema li nirxê xwe xwedî derketine, dem dema hesabê dirokî ji dijminan pirsîne û azadiya Reber Apo, jinan û tevahî gelan misoger kirine.”

KCK’ê destnîşan kir ku ew soz didin ku her cûre êrîşên li hemberî rastiya Kurd tên kirin, têk bibin û da zanîn ku
Kurdistaneke azad û herêmeke demokratîk ku xeyalên şehîdan bûn, ew ê teqez misoger bikin.

KCK:Bêyî têkoşîna demokrasiyê elewîtî nikare bê parastin

Her wiha Hevserokatiya Konseya Rêvebere a KCK’ê 27’emîn salvegera Komkujiya Sêwasê jî bi bîranî.

KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber hişmendiya xwe ya yek al, yek ol, yek ziman yek çand ev komkujî pêkanî û destnîşan kir ku heman hişmendî îro jî bi rêka desthilatdariya AKP-MHP’ê didome.

KCK’ê diyar kir ku bêyî têkoşîna demokrasiyê Elewîtî nikare bê parastin û ev bang li civaka elewî kir:

“Di salvegera Komkujiya Sêwasê de yekane rêya dilsoziya bi bîranîna şehîdan re tevlîbûna li nava têkoşîna demokrasiyê ye.
Bêyî têkoşîna demokrasiyê Elewîtî nikare bê parastin.
Ji bo civaka elewî nasnameya xwe ya Elewîtî û Kurdî biparêzin divê di qada têkoşîna demokrasiyê de cih bigrin.”

Back to top button