Beştaş: Pêşniyara pir baro darbeya li dijî parastinên e

Faşîzma AKP-MHP’ê bixin bi kontrola xwe, di nava hewildanan de ye. Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku pêşniyara “pir-baroyan” li dijî “parastinê darbe ye” û got:

Rojeva pir baroyan ji rojevê derxistin deynê stûyê her kesî ye. Berevajî vê yekê siberojek tarî li benda me hemûyan e.

Li dijî planên faşîzma AKP-MHP’ê ya “Pir-baroyan” duh bi dehhezar parêzer li Stenbolê çalakiyek pêk anîn.

Lê deshilata AKP’ê ku ji edaletê ditirse, dixwaze bi planên xwe yên nû vê tirsa xwe ji holê rake.

Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li gel wekîlên partiya xwe yên hiqûqzan li ber Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.

Beştaş û parlamenterên din bo balê bikişînin ser pêşniyara pir baroyan bi cubeyên xwe beşdarî civînê bûn.

Beştaş têkildarî pêşniyara pir baroyan a AKP’ê axivî û got:

“Ji ber ku baro û rêxistinên pîşeyî ne alîgirên deshilatê ne, loma dixwaze destwerdanê bike.

Îqtîdar dixwaze baroyan dabeş û belav bike.

Dema parastin têk here, wê daraz jî bi temamî biqede.”

Beştaş anî ziman ku hiqûq li Tirkiyê hatiye asta qedandinê û ev tişt anî ziman:

“Baweriya kesî bi darazê nemaye.

Heke pir barobûn bikeve meriyetê wê mexdûrên cînayetên jinan nikaribin xwe bigihînin edaletê.

Tevî hemû astengî û rêbazan jî baro meşiyan bi serketin û dengê xwe ragihandin.”

Beştaş: Ev pêşniyar darbeya li dijî parastinê ye

Beştaş diyar kir ku pêşniyara deshilatê ya pirbaroyan, darbeyek li dijî parastinê ye û ev bang kir:

Birêvebirina vê teklîfê darbeya li dijî parastinê ye.

Em dibêjin vê teklîfê paş ve vekişînin û dest ji dabeşkirina parastina parêzeran berdin.

Em bang li 82 milyonan dikin; wê ev teklîf mafê we yê parastinê ji holê rake.

Back to top button