WHO û Endonezya: Divê komkujiya li Xezayê bi dawî bibe

Li cîhanê jî bangên ji bo rawestandina şerê li Xezayê zêde dibin.
Rêveberê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Endonezyayê xwestin komkujî bê rawestandin.

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser hesabê xwe medya dijîtal X derbarê şerê li Xezayê de daxuyanî da.

Ghebreyesus diyar kir derbarê şerê ku li nêzî nexweşxaneya şehîdên Aqsa dewam dike û têkildarî derxistina sivîlan de ew raporên nebaş distînin.

Ghebreyesus got,

“Li gorî rêveberê nexweşxaneyê zêdeyî 600 nexweş û pirraniya xebatkarên tenduristiyê neçar mane nexweşxaneyê biterikînin û em nizan ev kes niha li kîderê ne.

Divê komkujiya li Xezayê bê rawestandin.”

Wezîrê Karên Derve yê Endonezyayê Retno Marsûdî jî têkildarî heman mijarê axivî û diyar kir ew ê mafên gelê Filistînê biparêzin.

Marsûdî sala derbasbuyî ji bo Filistîniyan weke saleke xirab bi nav kir.

Her wiha Marsûdî diyar kir Konseya Ewlehiyê ya NY mijara rawestandina komkujiyan de erka kêm bi cih aniye.

Şerê Îsraîl û Hemas: 91 Roj

Back to top button