Şerê Îsraîl û Hemas: 93 Roj

Şerê Îsraîl û Hemasê 93 roj li pey xwe hişt.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê yê Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve 22 hezar û 835 kes miriye, 58 hezar 416 kes jî birîndar bûye.
Li aliyê din Îsraîl bi balafiran wesayîtek kir armanc û di encama vê de 2 rojnamevan hatin kuştin.
Berdevkê Hêzên Parastina Îsraîlê Daniel Hagarî derbarê êrîşên li ser bakurê Xezayê de daxuyaniyek da.
Daniel Hagarî anî ziman ku Hemasê di aliyê leşkerî de li bakurê Şerîda Xezayê têk birine.

Wezareta Tenduristiyê yê Şerîda Xezayê bîlançoya dawî parve kir.

Wezaretê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de jî 113 Fîlîstînî hatiye kuştin 250 kes jî birîndar bûye.

Her wiha wezaretê da xuyakirin ku li Nexweşxaneya Aqsayê yê Deyr el-Belahê 73 mirî û 99 birîndar anîne.

Li gor wezaretê ji 7’ê Cotmehê ve 22 hezar û 835 kes miriye, 58 hezar 416 kes jî birîndar bûye.

Şerîa rojava: 8 Fîlîstînî hat kuştin

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê ya li Ramallahê, di êrîşên Îsraîlê de li Cenînê 8 Fîlîstînî hatin kuştin.

Polîseke jin a Îsraîlî li Cenînê di encama teqîna bombeyek li nêzî wesayita wê, hate kuştin.

Li nêzî Ramallahê di şer de sivîlekî Îsraîlî hate kuştin.

Polîsên Îsraîlê piştrast kirin ku li nêzî Qûdsê di encama gulereşandina wezîfedaran de ku dest li êrîşeke li wesayitekê werdan, zarokek hate kuştin.

Îsraîl wesayîtek kir armanc: 2 rojnamevan hat kuştin

Artêşe Îsraîlê li Xan Yunis a başûrê Şerîda Xezayê êrîşê hewayî pêk anî.

Di vê êrîşê de wesayîtek ku rojnamegeran tê de bû hat armanc kirin.

Di encama vê êrîşê de nûçegîhanê AFP û nûçegîhanê televîzyona El Cizîrê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ji destpêka şer heya niha 77 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin.

Li aliyê din Sendîkaya Rojnamegerên Fîlîsîtînî jî ragihand ji 7’ê Cotmehê ve 107 rojnameger hatiye kuştin.

Hemas: Me li Başûrê Xezayê leşkerên Îsraîlê armanc girt

Li gorî Ajansa Nûçeyên Almanî (DPA) ragihand ku Hemasê di pevçûnên li rojhilatê Xan Yunisê de 18 leşkerên Îsraîlî hatiye kuştin.

Ajansa Nûçeyên Filîstînê Safa jî vê yekê piştrast kir û anî ziman ku piştî pevçûnê Îsraîl bi helîkopteran kuştî û birîndaran ji qadê birin.

Artêşa Îsraîlê: Me li Bakurê Xezayê Hemasê têk bir

Berdevkê Hêzên Parastina Îsraîlê Daniel Hagarî derbarê êrîşên li ser bakurê Xezayê de daxuyaniyek da.

Daniel Hagarî anî ziman ku Hemasê di aliyê leşkerî de li bakurê Şerîda Xezayê têk birine.

Her wiha Hagarî diyar kir ku li vê heremê nêzî 8 hezar Hemasê hatiye kuştin.

WHO û Endonezya: Divê komkujiya li Xezayê bi dawî bibe

Back to top button