2023: Li Sûriyê 53 kes bi êşkenceya li zindanan hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere dike ku di sala 2023’an de, 53 sivîl di zindanên hêzên leşkerî yên Sûriyê de hatine kuştin.
Ev kuştin li herêmên Hikûmeta Şamê û dagirkeriya Tirkiyê çêbûne.
Careke din Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê weke cihê ji van kirin dur derketiye pêş.

Li Sûriyê, bi belavbûn û destwerdana hêzan re, rûmeta welatiyên Sûriyê di zindanên hêzên çekdar de, tê windakirin û dizîn.

Tevî derbasbûna bêtirî 10 salan di ser şerê navxweyî re, hîna jî sûrî di zindanên hêzên leşkerî de li jêr êşkenceyê tên kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di sala 2023’an de, 53 kes di zindanên leşkerî û di bin êşkenceyê de hatine kuştin.

48 kes di zindanên Hikûmeta Şamê

5 jî di zindanên dagirkeriya Tirkiyê de hatine kuştin.

Bi vê yekê, çavdêriyê di rapora xwe de, tu bûyereke kuştina li zindanan, li herêmên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê tomar nekiriye.

Helbet, ev hajmarên han ên ku navenda çavdêriyê karîbû belge bike, lê li gor gelek çavkaniyên din hejmarên kuştiyên li zindanan zêdetir e.

Navenda Çavdêriyê her wiha diyar dike ku ji destpêşa tevgera gelerî li Sûriyê, 49450 kes di zindanên hikûmeta Şamê de hatine kuştin.

Her wekî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî eşkere dike ku ji sala 2016’an ve, bêtirî 182 kes di zindanên li herêmên dagirkeriya Tirkiyê hatine kuştin.

Back to top button