Blinken gera xwe ya dîplomatîk yê derbarê şerê Xezayê de didomîne

Fikarên ku wê êrişên Îsraîlê ên li Xezayê bibe sedema şerekî herêmî ya berfireh zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de ji bo kêmkirina tansiyonê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gera xwe ya dîplomatîk didomîne.
Blinken got, ev nakokî bi hêsanî dikare belav bibe û bibe sedema bêewlehî û êşên zêdetir.
Li kêlêka van hewldanan, ji Îsraîlê jî peyam tên ku heta têkbirina Hamasê wê êrîşên wan bidomin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gera xwe ya dîplomatîk yê derbarê şerê Xezayê de didomîne.

Di vê çarçoveyê de Antony Blinken wê îro li Îmarat û Erebistana Siûdî hevdîtinan pêk bîne

Piştî hevdîtinan wê derbasî Îsraîlê bibe.

Blinken dawiya vê hefteyê jî çûbû Tirkiyê, her wiha li Urdun û Qeterê jî hevdîtin pêk anîbû.

Di serdanan de blînken bal kişandibû li ser metirsiya belavbûna şerê Xezayê li herêmê û balkişandibû li ser xebatên hevbeş yên aştiyê.

Tê payîn vê hefteyê serdana Şerîa Rojava û Misrê jî bike.

Serdan di demeke ku fikarên wê şer belavî herêmê bibe de pêk tên

Blinken, gera xwe ya li herêmê di demeke ku fikarên wê êriş bibe sedema şerekî herêmî ya berfireh zêde dibin de, pêktîne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya li Dewhayê de ku beriya biçe Ebû Dabiyê got,

“Em li herêmê di demeke kûr a rageşiyê de ne.

Ev nakokî bi hêsanî dikare belav bibe û bibe sedema bêewlehî û êşên zêdetir.”

Blinken: Divê li Xezayê rê li ber mexdûriyeta sivîlan bê girtin

Blinken diyar kir ku di hevdîtinên xwe yên li Tel Avîvê de ew ê ji rayedarên Îsraîlî re bibêje;

Divê li Xezeyê rê li ber mexdûriyeta sivîlan bê girtin.

Divê Filistînî vegerin malên xwe û zext li wan neyê kirin ku ji Xezayê derkevin.

Qralê Urdinê Abdullah, ku duh bi Blinken re hevdîtin pêk anî, jê xwest bandora Washingtonê li ser Îsraîlê bikar bîne, da ku ji bo agirbesteke bilez zextê bike.

Ji Îsraîlê peyama “şer wê bidome”

Li kêlêka van hewldanên ji bo rawestandina şer ji Îsraîlê peyam tên ku wê êrîşên wan dewam bikin.

Wezîrê Berevaniya Israîlî Yoav Gallant ku ji rojnameya Wall Street Journal axivî, got:

“Tundiya êrîşên wan ên li Xezayê, biryardariya welatê wan ya têkbirina Hemasê û dijminên din ên ku Îran piştgiriya wan dike, nîşan dide.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî soza dewamkirina şer da.

Netanyahu di civîna heftane ya kabîneyê ya roja Yekşemê de ev tişt anî ziman:

“Heta misogerkirina ku Xeza êdî ji bo Îsraîl nebe xeterî, divê şer neyê rawestandin.”

Back to top button