Yûnanistan 7 firokeyên şer ên Tirkî asteng kirin

7 firokeyên şer ên Tirkiyê ku bi awayekî derqanûnî li ser deryaya Êgayê difiriyan, ji aliyê Yûnanistanê ve hatin astengkirin.

Yûnanistanê bang li Tirkiyê kir ku dev ji tevgera xwe ya yekalî û arandinên xwe berde.

Wezareta Derve ya Tirkiyê idia kir ku ew li ser diyalogê vekirîne, lê Yûnanistan arandinan dike û ferman dabû pîlotvanên xwe da munawereyên li seranserî deryaya Êayê pêk bînin.

Ji ber lêgerîna dewleta Tirk li gazê li Rojhilatê Deryaya Spî, di navbera wê û Yûnanistanê de rageşî derketiye û YE jî ji ber vê yekê hinek cezayên şeklî li Tirkiyê birîn.

Back to top button