Somal…13 çeteyên Hereket El-Şebab hatin kuştin

Li Somalyayê, di navbera artêşa Somalî û çeteyên Hereket El-Şebab de şer derket û di encamê de 13 çete hatin kuştin.

Berpirsekî xwecihî ragihand ku hêzên artêşê êrîşî baregeheke çeteyan li devera Heder a parêzgeha Bekûl li başûrê welêt kir.

Li gorî heman berpirsî, di êrîşê de, leşkerekî Somalî hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di dema dawî de, artêşa Somalî êrîşên xwe li dijî çeteyên Hereket El-Şebab zêde kirine û gelek bajarok ji destê wan derxistine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Amerîka biryar daye, bi destpêka sala nû re, hêzên xwe ji Somalyayê bikişîne.

Back to top button