Xebatên ziftkirina rêya di navbera herêma Mihêmîde ya rojavayê Dêrazorê û rêya Xerafî de didomîne.
Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Dêrazorê dest bi xebatên zivtkirnê kiriye.
Ev yek bi armanca hêsankirina tevgera çûn û hatinê ya erebeyan û kamyonan.
1`ê Mijdarê dest bi ziftkirina rêya di navbera herêma Mihêmîde li rojavayê Dêrazorê û rêya Xerafî kir.
Li gor berpirsan, dirêjahiya rê 13 kîlometre û penahiya wê 7 metre ye.
Çaverê ye ku ziftkirin di demeke nêz de bi dawî bibe.