Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê rojavayê Dêrazorê topbaran kiriye.
Ji ber topbarana hêzên hikumetê zarokek şehîd bû.
QSD`ê eşekere kir ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê, bajarokê Hewayic Dîban ê Dêrazorê topbaran kirine.
Di encamê de zarokê bi nave Ebdreûf Ibêd El Xelef şehîd bûne û zirarên madî çêbûne.
QSD`ê aşkera kir ku hêzên hikumeta Şamê hewl dide çeteyan bi rêya van kiryarên terorîst derbasî herêmê bike.
Lê ew hewldan ji aliyê QSD`ê ve hatin têkbirin. QSD`ê soz da ku têkoşîna xwe di vê çarçoveyê de berdewam bike.
https://www.youtube.com/watch?v=4zw02TdSLfM&embeds_referring_euri=https%3A%2F%2Fronahi.tv%2F&source_ve_path=MjM4NTE&feature=emb_title



