Şandeyeke Fransî payebilind bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re dicive

Şandeyeke Fransî hat Rojava û ji Rêveberiya Xweser û QSD’ê re got ” Serokê Franasyê peyemeke piştgiriyê bo we bi rê kiriye”
Ev şandeya ku bi seroktiya wezîrê berê yê perwerdeyê pêk hatiye, ragihand ku Serokê Franasyê ew şandiye da ku hevkarî û piştgrirî dewam bikin.
Rêveberiya Xweser jî eşkere kir ku êrişên dewleta Tirk herêm wêran kiriye û rê dide DAIŞê ku careke din vegere.
Serokê Şandeyê jî got ku êrişên li dijî we nayên qebûlkirin û ew ê ziyanan bişopîne.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron yekem car û bi rengekî fermî peyama piştgiriyê şand ji Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser re dişîne.

Hemwextî êrişên dagirkeriya Tirkiyê û tevlîhviyên Hikûmeta Şamê, şandeyeke payebilind a fransî bi seroktiya wezîrê berê yê perwerdeyê Michel Blanquet (Mîşêl Bilankê) tê serdana Rojava û li gel rayedarên Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser û QSD’ê dicive.

Ev şande bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û endamên fermandariyê, her wekî bi berpirsên Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re rûniştiye.

Serokê Fransasyê peyama piştgriyê şand ji Rojava re

Li gorî malpera daîreya têkliyan , şandeya ku ji hêla Serokê Franasyê ve hatiye erkdarkirin roja 3’ê mijdarê serdana wan kiriye da ku peyama piştgirî û tevkariya bi Bakur û Rojhilatê Sûrî re ragihîne

“Armanca serdana me, gihandina nameya serokkomarê Fransayê ya piştgiriya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya wê re ye. Ev teqezî li ser berdewamiya tevkariya di navbera Fransa û Bakur û Rojhilatê Sûrî de ye”
Wezîrê berê yê perwerdeyê Michel Blanquet

Di hevdîtinê de , Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve Semer Abdullah eşkere kir ku ji ber êrişên Tirkiyê, herêm vê gavê wêrankirî ye û agahî hene ku DAIŞ amadekriya êrişan dike.

Her wiha, diyar kir ku van êrişan karê rêxistinên mirovî jî asteng kir û ev jî ziyanê dighîne koçberên di kampan de.

Şandeya Frasnî: Êrîş nayên qebûlkirin!

Lewra, wezîrê fransî yê berê piştrast kir ku ev êriş nayên qebûlkirin û ew dê di gera xwe de ziyanên ku van êrişan li dû xwe hiştine bişopîne.

Her wekî ragihand ku ew ê li Franasyê awayê pêşkêşkirina alîkariyê gotûbêj bike”.

Şandeya Fransî serdana gorisatna şehîdan kir

Di beşekî din ê vê serdanê de, şandeyê bi rengekî taybet berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan da ku berdêlên di şerê DAIŞê hatine dayîn bi çavê xwe bibîne.

Back to top button