Ji bo astengkirina ‘çalakiyên terorê’ û cezakirina kesên alîkariyê didin rêxistinên ‘terorê’ Hikumeta Swêdê amadekariyan dike ku qanûneke nû amade bike.
Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt destnîşan kir ku , dema ku qanûn li dijî ‘terorê’ hatin amadekirin divê gelekî bi baldarî bên amadekirin û got:
Dibe ku ev qanûna nû li dijî tevgera rizgariya kurdistanê PKK’ê bê bikaranîn.
Li dijî vê qanûna ku der heqê PKK’ê de jî bê bikaranîn bertek û helwest derket holê.
Endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya Parlamentê Ilona Szatmari Waldau ev bersiva zelal da .
“Her welat bi xwe biryarê dide ku kîjan rêxistin rêxistina terorê ye.
Ne hêsan e ku welatên Ewropayê rêxistinên Kurdan bi terorîstiyê sûcdar bikin.
Ji ber ku Kurdan em ji DAÎŞ’ê rizgar kirin.
Parlamentera Partiya Çep û Berdevka Polîtîkaya Hiqûqê ya Partiya Çep Linda Weterlund Snecker jî ev tişt anî ziman;
Pêwîstî bi qanûneke wiha nîne.
Li şûna wê divê tedbîrên ku pêşî li radîkalbûnê digire werin wergirtin.