Kuştina xebatkarê rêxistina FRB Rojnameya Yenî Şafak hedef nîşan dabû

Di êrîşa çeteyên dewleta Tirk de doh xebatkarê tendûristiyê yê Rêxistina Dewriyeyên Burmaya Azad-FRB Zau Seng jiyana xwe ji dest dabû.

Derket holê ku Rojnameya Yenî Şafak ya alîgirê desthilatdariya AKP ya faşîst, berî ku êrîş pêk were rêxistina tendûristiyê FRB hedef nîşan daye.

Ambûlansa Free Burma Rangers (Dewriyeyên Burmaya Azad) doh di navbera gundên Reşîdiyê û Qasimiyê yên navçeya Til Temirê de rastî êrîşa çeteyên dewleta Tirk hatibû.

Di êrîşê de xebatkarê tendûristiyê, hemwelatiyê Taylandê Zau Seng jiyana xwe ji dest dabû û xebatkarek jî birîndar bûbû.

Derket holê ku rojnameya Yenî Şafak a alîgiriya desthilatdariya AKP a faşîst dike, di nûçeyeke xwe ya di 22’ê Cotmehê de weşandibû rêxistina FBR weke rêxistineke xiristiyan ku xebatên misyoneriyê dimeşîne tewanbar dike.

Her weha xebatkarê rêxistina FRB Davîd Eubank jî weke “serkêş” bi nav dike, wêneyên wî diweşîne û hedef nîşan dide.

Yenî Şafakê dema ku siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi awayekî hovane hatibû şehîdxistin jî ev kiryarên çeteyan parastibû, ev weke “serketinekê” bi nav kiribû û gotibû, “Bi operasyoneke serketî wê bê bandor kirin.”

Leave a Reply

Back to top button