Iraq liwayek din li ser sînorên Başûrê Kurdistanê zêde dike

Pisporê karûbarên leşkerî Sermed Beyanî diyar kir ku wê lîwayek din a parêzvanên sînor li ser sinorên Herêma Başûrê Kurdistanê were bicihkirin.

Pisporê karûbarên leşkerî Sermed Beyanî bi daxuyaniyekê ji medya Iraqê re got,

Wê sinorên Herêma Başûrê Kurdistan ên li gel Îran û Tirkiyê bi 3 lîwayên hêza parêzvanên sinor were parastin.

Her wiha eşkere kir ku hikûmeta Iraqê hewil dide lîwaya 4’an jî dibin berpirsyartiya wezîrê navxwe yê Iraqê Ebdul Emîr Şemerî de ji bo parastina sinor ava bike.

Sermed Beyanî eşkere kir ku erkek mezin li ser milê hêzên ewlehiya Iraqê heye û nikarin li çiyayan eniyek nû ya şer li dijî êrişên dewleta Tirk vekin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji beriya niha Wezareta Karên Hindirîn a Iraqê ragihand ku ew ê 2 hezar û 650 kesan ji bo hêza parêzvanên sinor wergire.

Back to top button