MSD’ê ji bo vegera Sûriyê ji Komkara Erebî re daxuyanî da

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi rengekî êrînî nêzî vegera Sûriyê li Komkara Erebî dibe, lê belê eşkere dike ku bi şertê ev yek bibe cihê bidawîkirina azarên gelê Sûriyê.
Her weha, MSD’ê ragihand ku ji bo karekî cidî û xwedî berpirsiyartî, divê Opozsyona Niştmanî ya Demokratîk li hev kom bibe, da ku Kongreya Niştmanî were lidarxistin.

MSD: Tevgera erebî divê bibe derfeta çareseriya siyasî ya li gorî biryara 2254’an

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD derbarê vegera Sûriyê ya li Komkara Erebî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Wek MSD, pêşketinên navneteweyî, herêmê û bandora wan a li ser rewşa Sûriyê dişopînin.

Li Sûriyê ewlehî û aborî hilweşiyaye, bêyî çareserkirina van rewşan bi awayekî durist, ev rewş nayê derbaskirin.

Divê saziyên dewletê li gorî rêbazên nîştimanî yên demokratîk ji nû ve werin sazkirin û beşdarbûna tevahî sûriyan di rêvebirina kar û barên welat de were mîsogerkirin.

MSD’ê daxuyand ku piraniya hewldanên navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyên têk çûn.

Ji ber ku hemû hewldan li gorî berjewendiyên herêmî û navneteweyî bûn, berjewendiyên bingehîn ên gelê Sûriyê li ber çavan nehatin girtin.

Pirsgirêka demokratîkbûna welat hîna pirsgirêkeke sereke ye û bêyî wê Sûriye nikare rihet bibe.

MSD’ê her tevgerke navneteweyî, bi taybetî eleqeya navneteweyî-erebî ya bi pirsgirêka Sûriyê bi erênî nirxand û got:

Ji bo ku proseyeke siyasî ya giştî pêk were, divê hemû aliyên sûriyeyî yên nîştimanî bêyî dûrxistina tu aliyan beşdarî prosesa siyasî bibin.

Divê tevgera erebî bibe derfeteke rasteqîn a pêkanîna çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara 2254’an a NY’ê ku bikare hêviyên sûriyan ên pêkanîna demokrasiyê bi cih bîne.

Wek MSD’ê jî, ji bo dosyaya penaberan amade ne bibin alîkar û piştgiriyê didin insiyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

MSD’ê bang li opozîsyona demokrat jî kir ku ji bo lidarxistina kongreyeke nîştimanî bi berpirsyarî kar bike û weha bi dawî kir:

Kongre dê bibe destpêkeke nû û cuda ya li ser easê berjewendiyên nîştimanî yên dûrî berjewendiyên herêmî ku bûn sedema kûrkirina aloziyê.

Vegera Sûriyê li Komkara Erebî hat pejirandin

Amerîka: Sûriye vegera li Komkara Erebî heq nake

Qeter: em li dijî normalîzekirina hikûmeta Şamê ne

Back to top button