Xelkê Binarê Qendîlê: Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser Kurdan e

Li Binarê Qendîlê jî bi mebesta şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apomeşek hate lidarxistin.
Welatiyan bibîrxistin ku tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser Kurd û Kurdistanê ye û gotin: Emê heta dawiyê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin.”

Meş bi pêşengiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û Ciwanên Welatparêz meşek girseyî hate lidarxistin

Piştî temambûna meşa girseyî, daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de îşaret astengkirina mafê hevditinê yê Rêber Apo bi malbat û parêzeran hate kirin û wiha hate gotin:

“Bi vî awayî sîstema dagirker û faşîst ya dewleta Tirk bi van binpêkirinan, zagonên xwe jî û yên navnetewî jî binpê dike.”

Welatiyan diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser Kurd û Kurdistanê ye û gotin:

Ji ber wê jî emê heta dawiyê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin.”

Meşa girseyî ya xelkê devera Binarê Qendîlê bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.

Back to top button