Tirbespiyê-Ciwan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên Tirbespiyê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîdê meşiyan û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Bi sedan şêniyên Tirbespiyê û endamên saziyan beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêş avahiya Kongra Star dest pê kir û li ber avahiya Tevgera Ciwanan vegerî mîtîngê.

Di mîtingêde endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tirbespiyê Kînda Kenan tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got :

Dewleta Tirk a faşîst bi rêya girankirina tecrîdê hewl dide fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji gelan dûr bixe.

Em ê li ser fikrên Rêber Apo bi rêxistinkirina civakê, ciwan û jinên ciwan li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Back to top button