Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê di nava 5 salan de, polîtîkayên qirkirina Kurd û jinan dan meşandin.Nasname, dîrok û bîra bajar hat guherandin. Li Efrînê çi pêk hat emê di vê dosyayê temaşe bikin.
Ji 20’ê Çileya 2018’an û heta niha, sûc û kirinên dermirovî li Efrîna dagirkirî pêk tên.
Dewleta Tirk a dagirker, xweza û dîroka Efrînê tune dike, li dijî Kurd û jinan êrişên qirkirinê didomîne.
Di nava 5 salan de demografiya bajarê ku navenda Kurdan bû, şopa jinan a ji dîrokê ve lê hebû hat guhertin.
Dagirkeran li dijî Kurdên ku bi Şoreşa Rojava jî bajarên xwe veguherandibûn bihuştê, polîtîkayên qirkirinê da meşandin, hewl da li Efrînê nasnameya Sunî û Tirk serdest bike.
Bi dagirkeriyê re, Efrîn bi wîlayeta Hatayê ve hat girêdan, hemû tiştên girêdayî Kurdan hatin talankirin û rûxandin.
5 Sal in nasname, dîrok û bîra bajêr tê guherandin
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûrî:
- Hezar jin hatin revandin
- Bêtirî 96 jin jî hatin kuştin.
- 500 kes ji ber bombebaranê hatin kuştin
- Bi giştî 665 kes hatine kuştin.
- jê 92 kes di bin êşkencê de
- Zêdetirî 700 sivîl hatin birîndarkirin.
- 4 goristanên şehîdan hatin xirakirin.
- 28 gor û ziyaretên Êzidî û Elewiyan li bajar xira kirin.
18 Mîtîngeh hatin lêkirin
Navê bi dehan gund, dibistan û qad ên bi kurdî hatin guhertin, navê Tirkî û Erebî lê hat kirin.
- 350 hezar welatî neçar man koçber bibin.
- Li şûna wan bêtirî 500 hezar çete û malbatên wan hatin bicihkirin.
- Herî kêm jê 25 komên bermahiyên DAIŞ’ê ne.
- 18 mîtîngeh hatin lêkirin
Beriya dagirkirinê ji sedî 96’ê nifûsa bajar Kurd bûn, lê niha ji sedî 20’î derbas nake.
Zarokên Kurdan li ser bingeha Tirk-Îslamê tên perwerdekirin
Dewleta Tirk, wekî perçeyek ji plana guherandina nasnameya Efrînê, li ser şêniyên herêmê nasnameya tirkî sepand.
Sazî û dezgehên xwe anî li Efrînê.
Dersa bi zimanê Tirkî û Erebî û li gorî mufredata Wezareta Perwerdeya Tirk hat dayîn.
Bi sedan kursên Quranê yên li Efrînê hatin vekirin.
Zarokên Kurd û Ereb li ser bingeha Tirk-îslamê tên perwerdekirin.
Pereyê Sûriyê hat qedexekirin, gel neçar ma pereyê tirk bi kar bîne.
Sererd û binerdê Efrînê hat dizîn
Şûnwar jî ji dagirkeran nefilitîn.
- 78 gir, perestgeh û hemû cihên pîroz, bi zanîn hatin hedefgirtin.
- 59 cihên dîrokî hatin rûxandin û ji 20 hezarî zêdetir berhemên dîrokî hatin dizîn û ji Tirkiyê birin li welatên din firotin.
- 367 hezar dar hatin birîn.
- Ji 13 hezar û 500’î zêdetir dar
- 12 hezar hektar bexçe û daristananan hatin şewitandin.