Li Başûrê Kurdistanê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi tevlîbûneke girseyî ya ji nûnerên partiyên siyasî û kesayetên naskirî kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist. Hevserokê Berê yê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah di kongreyê de axivî û diyar kir ku siyasetên PDK’ê Başûrê Kurdistanê ber bi kirîzan ve bir. Di Kongreyê de Tara Hisên û Selam Abdullah weke hevserokên nû yên Tevgerê, hatin hilbijartin
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), bi dirûşmeya “Bi perwerdekirin û rêxistinkirina civakê, Kurdistaneke azad û Iraqeke demokratîk ava dikin”, 3. Kongreya xwe li Silêmaniyê li dar xist.
Di nava delegeyan de Nûnerên HDP’ê, YNK, Hîzba Şûî, Hîzba Zehmetkêşan, Tevgera Goran û PADÊ cih girtin..
Her wiha nûnerên Şîa, Kakayî, Zerdeştî û Êzidî jî beşdar bûn.
Axaftina vekirina kongreyê ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah ve kirin û Peyama siyasî ya kongreyê hat xwendin.
Abdullah di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd, komployeke navdewletî heye.
Bi riya DAIŞ’ê, xwestin vê komployê bibin serî, civakê perçe bikin û herêmê vala bikin.”
“Siyasetên PDK’ê Başûrê Kurdistanê ber bi kirîzan ve bir”
Abdullah destnîşan kir ku ji ber nebûna sîstemeke demokratîk û netewî li Başûrê Kurdistanê û siyasetên PDK’ê, gelek kirîz û pirsgrêk li herêmê derketin holê û got:
“Dema ku Pêşmerge û Gerîla bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer kirin, firsendeke zêrîn ya ji bo yekîtiya netewî hebû.
Lê PDK’ê, li pey berjewendiyên xwe yên partiyane ma û referandûm pêk anî.
Carek din bê bawerî, koçberî û şer anî, her wiha beşek zêde xaka Başûrê Kurdistanê ji dest derket.
Piştre bi xwe çûn ber deriyê Iraqê û bi Tirkiyê re jî lihev kirin.”
Tara Hisên û Selam Abdullah bûn hevserokên Tevgera Azad
Piştî axaftina vekirinê, peyamên pîrozbahiyên yên ji bo kongreyê hatin xwendin û li ser navê partî û aliyên beşdar axaftin hatin kirin.
Piştre jî li ser rewşa siyasî û rêxistinî û rêziknameya tevgerê nîqaş hat kirin.
Piştî rapor û nîqaşan, hilbijartina hevserokatiyê pêk hat.
Di encama hilbijartinê de Tara Hisên û Selam Ebdullah ji bo hevserokatiya Tevgera Azadî hatin hilbijartin.
Her wiha desteya rêveber ya nû jî hat hilbijartin.