Çeteyên dewleta Tirk daristanên gundê Girê Meydano yê navçeya Racoyê şewitand

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên bênavbera dewam dikin. Dagirkeran daristanên gundê Girê Meydano yê navçeya Raco û maleke li navenda Efrînê şewitandin

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, çeteyên dewleta Tirk daristanên gundê Gera Meydano ya navçeya Raco şewitanin.

Hate regihandin agir gihaşte daristanên nêzî gundê Bêlê bê ku were vemirandin.

Çete ji bo ku darên şewitî bikin komir û li bazaran bifiroşin, agir bi daristanan xistin.

Çeteyan mala welatiyekî li navenda bajarê Efrînê şewitand

Çeteyan li navenda bajarê Efrînê jî agir berda mala welatiyê bi navê Mihemed Iso yê ku li kampên Şehbayê koçber e.

Her wiha 4 malên welatiyên Efrînê li navenda bajarên Efrînê desteser kir û firotin.

Li aliyekî din, çeteyan welatiyê bi navê Ehmed Remedan ku beriya du mehan revandibû, piştî ku fidye jê wergirt berdan.

Back to top button