Li Başûrê Kurdistanê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi tevlîbûneke girseyî ya ji nûnerên partiyên siyasî û kesayetên naskirî kongreya xwe ya 3’emîn lidar dixe.
Kongre bi dirûşma “Bi perwerdekirin û rêxistinkirina civakê, Kurdistaneke azad û Iraqeke demokratîk ava dikin” li Silêmaniyê tê lidarxistin.
Kongre vê sibehê bi beşdariya 700 delege û gelek kesayet û nûnerên partiyên siyasî dest pê kir.
Di nava delegeyan de Nûnerên HDP’ê, YNK, Hîzba Şûî, Hîzba Zehmetkêşan, Tevgera Goran, PADÊ cih digirin.
Her wiha nûnerên Şîa, Kakayî, Zerdeştî û Êzidî jî beşdar in.
Yek ji kesayeta naskirî ya Başûr Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê Şehnaz Ibrahîm Ehmed û siyasetmedar Mihemed Emîn Pencêwînî jî di kongreyê de amade bû.
Kongre bi axaftina Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah dest pê kir û kongre heta niha dewam dike.