Di êrişa li ser bajarên li rojhilatê Ûkrayna de kesek hate kuştin

Rûsya ji bakur û rojhilatê welat ve gav bi gav xwe berdide nava Ûkraynayê. Li rojhilatê welat di bejahiyê de pêşdeçûna xwe didomîne. Li rojavayê welat jî bi balafiran êrişên dijwar pêk dîtin. Di êrişa li ser bajarên rojavayî welat de kesek hate kuştin. Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku komên cudaxwaza bajarê Valnovaxa kontrol kirine. Pentagon jî dibêje, artêşa Rûsya 15 kîlometre durî paytext Kîevê ye.

Rûsya ji 24’ê Sibatê ve bi dijwarî êrişî Ûkrayna dike.

Artêşa Rûsyayê êrîşî Dnipro ya li başûrrojhilatê Ûkraynayê, bajarên Îvano-Frankivsk ên li rojava û Lutsk ên li bakurê rojavayê welat kir.

Li gor daxuyaniya Servîsa Lezgîn a Ûkraynayê, li herêma Dniproyê 3 êrîşên hewayî pêk hatin.

Di êrişa li herêma Novokodatskyê de jî kesek hate kuştin.

Kontrola Parastina Neteweyî ya Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku ew bi awayekî yekalî her roj korîdoreke mirovî vedikin.

Rûsya: Cudaxwazan bajarê Volnovaxa kontirol kirin

Artêşa Rûsya ji aliyê rojhilatê welat ve, di bejahiyê de pêşde çûnên xwe didomîne.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku hêzên cudaxwaz bajarê Volnovaxa ku li nuqteyeke stratejîk a li bakurê Mariupolê ye, xist bin kontrola xwe.

Îgor Konaşenkov anî ziman ku firokexaneyên leşkerî yên li bajarên Lutsk û Ivano-Frankivsk ên rojavayê Ûkraynayê ji aliyê artêşa wan ve hatine xistin.

Konaşenkov diyar kir ku îro 8 balafirên bêmirov û 3 helîkopterên Mi-24 ên artêşa Ûkraynayê hatin xistin û got;

Ji destpêka operasyonê heta niha bi tevahî 3 hezar û 213 xalên binesaziya leşkerî ya Ûkraynayê hatine bêkêrkirin.

Ûkrayna: 353 tank, 57 balafir û 83 helîkopterên Rûsya hatine bêkêrkirin

Serfermandariya Ûkraynayê bi daxuyaniyekê encama şerê 16 rojan a li dijî Rûsya eşekre kir.

Li gorî vê; Bêtirî 12 hezar leşkerên artêşa Rûsyayê hatin kuştin.

57 balafir, 83 helîkopter, 353 tank, 1,165 wesayîtên zirxî, 125 top, 58 pergalên avêtina roketan û 31 pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê ji hev hatine xistin.

Her wiha 558 wesayît, 3 botên leza sivik, 60 wesayîtên sotemeniyê û 7 balafirên bêmirov jî hatine bêkêrkirin.

Pîlotê Rûsî: Me li cihê sivîlan dixist

Pîlotê Rûsî ku balafira wî hate xistin û dîl ket destê Ûkrayniyan, li xwe mikur hat ku wan li cihên sivîlan xistine.

Pîlotê Rûsî Aleksandır Krasnayarzev bang li hevkarên xwe kir û got: “Ez li ser xaka Ûkraynayê beşdarî seferên şer bûm. Ez 3 caran firiyam. Cara dawî balafira min ket.

Ji me re gotin, em li qadên leşkerî dixebitin, lê derket holê ku koordînatên ku hatine dayîn li Çernigov yê cihê sivîlan bûn.

Pentagon: Hêzên Rûsya 15 kîlometre nêzî Kîevê bûn e

Li aliyekî din, Rayedarê payebilind ê Pentagonê li ser şerê Ukrayna-Rûsyayê ji rojnamevanan re nirxand û got,

“Em dinirxînin ku hêzên rûsî yên ji bakurê rojhilatê Kîevê nêzîk dibin, dikarin pêşde biçin.

Ew hîn jî li nêzî Gostomel in.

Lê 5 kîlometreyên din nêzî Kîevê bûne.”

 

Back to top button