Vîrûsa Corona..Amerîka wê 31 milyon dolar û alîkariyên tenduristî bişîne Sûriyê

Di çarçoveya rêkarên li dijî vîrûsa coronayê û rêgirtina li ber belavbûna wê, Amerîka ragihand ku, wê alîkariyên mirovî bişîne Sûriyê.

Li gorî Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyê, wê 31 miliyon dolarê Amerîkî bo giştî Sûrî bişîne.
Balyozxaneya Amerîkayê diyar kir ku alîkariyan mirovî yên tenduristî wê bişînin, ew alîkarî ne di lîsteya cezaya Amerîkayê de ne.
Berî niha saziya alîkariyê ya cîhanî diyarkiribû ku wan alîkariyê tendurstiyê şandibû Sûriyê, lê ev alîkarî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî nehat belavkirin.

 

Back to top button