Îdianameya doza girtinê gihişt ber destê HDP’ê

Îdîanameya doza girtinê ya ku bi fermana desthilata Erdogan hatibû amadekirin gihşt ber destê HDP’ê.

Îdîanameya doza girtinê û pêvekên wê yên 70 dosya pêk tê duh gihişte ber destê HDP’ê.

Îdîanameya pêşî ya doza girtinê di salvegera hilbijartina 31’ê Adarê de ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn ve bi hinceta ku ‘ne xwedî aliyekî hiqûqî ye”, hatibû vegerandin.

Îdîanameya duyem ku guherînên biçûk lê kiribûn di salvegera hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015ân de ku AKP’ê di hilbijartinan de winda kiribû, hatibû dayin û 21’ê Hezîranê hatibû qebûlkirin.

HDP’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku bi pêşengiya Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a partiyê ji aliyê komeke ku ji hiqûqnas û akademîsyenan pêk tê ve parastineke berfireh tê amadekirin.

Back to top button