TJK-E banga xwedîderketina li KCDK-E’yê kir

TJK-E ya nerazîbûn nîşanî astengkirina kongreya KCDK-E’yê da û got: “Em banga têkoşîna hevpar a li dijî vê êrîşa li ser KCDK-E’yê hatî destpêkirin, dikin.”

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa e têkildarî êrîş û astengiyên Elmanya ya li ser Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa KCDK-E daxuyaniyek nivîskî da.

TJK-E’yê biryara qedexeya polîsên Elman a ji bo Kongreya KCDK-E’yê weke dewama pêkanînên dewleta Tirk a faşîst a li ser gelê Kurd ên li Elmanyayê dom dikin, dît û şermezar kir.

TJK-E’yê got:

Ev êrîş ne tenê li ser gelê Kurd heman demê li ser demokrasî, hiqûqî û mafê rêxistinê ye herî xwezayî yê ferdî ye jî.

Divê hikûmeta Elman ji vê biryar şerm vegere, lêborînê ji gelê Kurd û KCDK-E’yê bixwaze.

Li ser vî bingehî em bang dikin ku di bin sêwana KCDK-E’yê de kom bibin û li dijî van êrîşên antî-demokratîk û derhiqûqî bibin xwedî helwest.

Back to top button