Rayedarên Erebistana Siûdî ragihand ku roja yekem a Cejna Qurbanê wê roja Sêşemiyê, 20’ê Tîrmehê were pîroz kirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebîstana Siûdî SPA, Dadgeha Bilind a Erebistana Siûdî diyar kir ku 11’ê Tîrmeh roja yekem a meha Dhul-Hicja û şeva 19’ê mehê jî weke roja arîfe ragihand.
Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku roja yekem a Cejna Qurbanê, ku bi roja dehemîn a Dhul-Hicja, 12’ê meha salnameya Hîcrî re têkildar e, wê 20ê Tîrmehê were pîroz kirin.
Wezareta Hac û Umre ya Erebistana Saûdî 12’ê Hezîranê ragihandibû ku ji bo hecê wê serdanên ji derve neyên qebûlkirin.
Tenê li nava welat wê 60 hezar kesên ku nexweşiyên kevnar pêre neyî û temenê xwe di navbera 18-65 salî de ku derziya li dijî vîrûsê bikar aniye bikarin erka xweya hecê bicîh bînin.
Ji ber vîrûsa Covid-19, Erebîstana Siûdî, par ji hundurê welêt tenê hejmarek bi sînor namzetên heciyan qebûl kiribû.