Şerê di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê didome

Bi şerê li Xezayê re êrişên Îsraîlê û Hizbullaha Libnanê yên li dijî hev jî dewam dikin.
Hizbullahê ragihand di êrişên ezmanî yên Îsraîlê de 3 endamên wan yên din hatine kuştin.
Her wiha Hizbullahê eşkere kir weke bersiv wan li qereqoleke Îsraîlê xistine.

Bi destpêkirina şerê li Xezayê re êrişên Îsraîl û Hizbullaha Libnanê ên li dijî hev jî dewam dikin.

Hizbullahê duh bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan bi çend moşekan li qereqola Malahiye Golan ya li bakurê Îsraîlê xistine.

Li gorî daxuyaniyê ev êriş weke bersiva êrişên Îsraîlê yên li dijî Buleydayê û êrişên din hatiye kirin.

Hizbullah: 3 endamên me hatin kuştin

Her wiha Hizbullahê ragihand di şerê li başûrê Libnanê yê bi Îsraîlê re 3 endamên wan yên din hatin kuştin.

Hibullahê diyar kir wan jî bi du balafirên bê mirov li dijî devera Kiryat Şimone ya li Sînorê Îsraîlê êrişa bersivdanê pêk anîne.

Ji 8’ê Cotmeha 2023’an ve 211 endamên Hizbullahê di şerê bi Îsraîlê re mirine.

Her wiha di êrişên her du aliyan de 43 welatiyên Libnanê, 12 endamên Hemasê, 12 endamên Tevgera Cihada Îslamî, 11 endamên Tevgera Emel, 11 leşkerên Îsraîlî û 6 welatiyên Îsraîlê jî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê bajarê Nebatiye yê Lubnanê bombebaran kir

Li aliyê din hate ragihandin Artêşa Îsraîlê careke din bajarê Nebatiye yê Libnanê bombebarankir.

Hate diyarin balafirên şer yên Îsraîlê du caran êrişî li devereke bajarokê Kefer Ruman ya girêdayî Nebatiyê kirine.

Hat ragihandin di vê êrişê de 2 endamên Hizbullahê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê li Sayda ya Lubnanê êrîşeke hewayî pêk anî

Back to top button