Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bo Afrîkaya Başûr, bi koma lêkolîn û agahdarîya kedê ya navnetewî (ILRIG)’ê re civîya. Rêveberiya komê tekezî li ser beşdarîya xwe di konferansa “Azadî ji Abdullah Ocalan re…aştî û îstîqrar li cîhanê” kir.
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ev çend roj in serdana Afrîkaya Başûr dike, duh di gel koma lêkolîn û agahdarîya kedê ya navnetewî (ILRIG)’ê re civîya.
Di civînê de, şoreşa li Afrîkaya Başûr, a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrubeyên Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê nûnerên rêveberiya (ILRIG)’ê Mthetu Khali û Shawn Hating ve hatin pêşwazîkirin.
Nûnerê rêveberiya (ILRIG)’ê shawn hating
Di civînê de Shawn Hating li ser xebata saziya xwe axivî û got: “Xebata me di saziyê de li ser girîngiya alîkariya sazûmaniyên çîna karker e.
Ev jî li ser rêbazên cihêreng û demokrat ku werin dîtin û xwe bi xwe rêxistin kirine.”
Hating: Em dixwazin sûdê ji tecrubeya kooperatîfan ya li Rojava werbigirin
Hating îşaret bi beşdariya xwe di konferansa “Azadî ji Abdullah Ocalan re…aştî û îstîqrar li cîhanê” kir û kêfxweşiya xwe ji tecrubeya Rêveberiya Xweser re anî ziman, bi taybet di aliyê kooperatîfan de û wiha anî ziman:
“Em dixwazin sûdê ji tecrubeya kooperatîfan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed jî, behsa Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrîşên komên çete, û dewleta Tirk a dagirker kir.
Her weha Ehmed bal kişand ser dorpêça dewleta Tirk û hikumeta Şamê, girtina deriyan û qedexeya li ser derbasbûna alîkariyên navneteweyî bo herêmê.