Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî dewam e

Rewşa Efrîna dagirkirî ji ber hovîtiya çeteyan û kiryarên wan, ne di tu halî de ye. Çeteyên Eherar El-şerqiyê welatiyek gulebaran kirin. Li hember berdan girtiyên Efrînî dadgehê hezar dolar li her yekî ferz kiriye.

Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin û heya vê kêliyê kiriyarên ku zagonên navnetewî binpê dikin lê têne kirin û tu kes deng ji xwe nayne.

Birîna daran li Efrîna dagirkirî li ser destê çeteyan dewam dike

Birîna daran bi awayekî hovane ku ew jî rêbazek ji rêbazên guhertina demografiya herêmê ye, li Efrînê dewam dikin.

Efrîn POST ragihand di dema welatiyê bi navê Mistefa Bîlal dîmenê du çeteyên ku dar dibirîn, dikişand rastî gulebaranê hat.

Efrîn POST diyar kir ku çeteyên Bîlal gulebaran kirin girêdayî Ehrar El-şerqiyê ne û li zeviyekî dinavbera gundên Ceqlema û Cobana de darên zeytûnan dibirîn.

Efrîn POST da zanîn ku dema Bîlal nexwest dîmen sîl bike, rastî êrişê hat û bi zor xwe ji nav destên wan xilas kir.

Yek ji çeteyên ku dar dibirîn navê wî Ebû Telûb e û ew berpirsê aboriya çeteyên Eherar Elşerqiyê ye.

Ev çete beriya niha jî bi gelek bûyerên dizî û birîna daran rabûye.

Efrîna dagirkirî – li hember berdana wan hezar dolar ferz kir

Dadgeha girêdayî dewleta Tirk a li Efrînê jî duh biryara berdana girtiyên ku nîvê cezayê xwe qedandine li hember hezar dolarî da.

Xeteriya hilweşîna bendava Meydanikê

Her wiha di encama erdheja ku rû dayî de bendava Meydanikê jî gelek zirar dît.

Hat diyar kirin ku eger li ser rewşa bendavê neyê sekinandin dê bendav hilweşe û karestekek mezin bi xwe re bîne.

Back to top button