Greva Birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 16’an re di dome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatî destpêkirin, 31 roj li pey xwe hişt.

Greva birçîbûnê bi koma 16’an di roja 31’an de berdewam dike.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 15’an Delîl Kaya daxuyanî xwend û wiha got: “Hêviya me ya herî mezin ewe ku em bigihin armanca xwe û bi Serokê xwe re li welatekî azad jiyan bikin.

Armanca pêkanîna çalakiya me jî, şikandina tecrîda li ser Serokatiye û agahîgirtina derbarê tenduristiya wî ye.

Divê ev sal bibe sala serkeftinê û bilindkirina ala şoreşê.

Delîl Kaya dawiyê bang li hemû mirovên ku dibêjin em mafê mirovhiyê diparêzîn kir ku li li hember tecrîda heyî bibin xwedî helwest.

Back to top button