Greva Birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 10. dewam e

Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dewirgirtina koma 10’emîn di roja xwe ya 19’an dewam dike.

Dewirgirtin bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 9’emîn daxuyaniyek ji aliyê Guneş Tang ve hate xwendin.

Çalakiya demokratîk ya ya ji bo azadiya rêbertî bi dilek germ hatiye destpêkirin bi biryardariyek mezin didome.

Emê jiyanek bê Rêber Apo tu carî ne pejirînin.

Xeta Rêbertî hêviya hemû gelên bin deste.

Navnîşana çarseriya demokratîk û aştiyê tenê bi Rêber Apo re gengaze.

Rastî û heqîqeta têkoşîna li Îmralî, Herêmên Parastinê yên Medya yê, Rojava, Şengal û Mexmûrê xwe bi hemû awayî şênber kiriye.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kes nikare roja me tarî bike’ bi dawî bû.

Back to top button